Felah Mistefa: Eger derfet çêbibe emê dewleta Kurdî ava bikin

Ajans-KDP.info/ Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa diyar kir ku dewleta kurdî xewna hemû kurdan e wiha got: “Xwezî şert û mercên vê yekê bicîh hatiba.” Mistefa her wiha îdiayên ku dibêjin Herêma Kurdistanê hêzên çekdar şandiye Sûriyê, bi derew derxist.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa di hevpeyvînekê de digel BBC, behsa dewleta kurdî kir û diyar kir ku kurd dixwazin dewleta xwe avabikin û wiha got: “Xwezî şert û mercên navdewletî bo vê yekê gunaw biba. Helbet ev yek xewn û xema hemû kurdan e, eger derfet çêbibe emê dewleta Kurdî ava bikin.”
Felah Mistefa eşkere kir ku di rastiyê de rewş cuda ye û Herêma Kurdistanê girêdayî qanûngeha bingehîn a Iraqê ye da ku Iraqeke federal û demokratîk û piralî were avakirin.
Derheqê wergirtina ezmûn û tecrubeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê beşên din ên Kurdistanê bi taybet Rojava de jî Felah Mistefa wiha anî ziman: “Helwesta me eşkere ye û em dixwazin arîşeyên xwe bi şêwazên aştiyane çareser bikin û di navbera gelê kurd û welatên ku tê de dijîn rêkeftin hebe û her beşek xudan taybetmendiyê xwe be. Lê hêviya me ew e ku herkes sûd ji ezmûnên Herêma Kurdistana Iraqê werbigirin.”
Li bara îdiayên ku dibêjin Herêma Kurdistanê hêzên çekdar ên partiyeke Rojavayê Kurdistanê perwerde kiriye û ew şandine Sûriyê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ragihand, heta vê gavê jî tu kes ji Herêma Kurdistanê derbasî Sûriyê nebûye, her çiqas niha gelek dewlet û hêz destê xwe xistine nav bûyerên Sûriyê lê Herêma Kurdistanê qet xwe nexistiye nav karûbarên Sûriyê.
Felah Mistefa di bersiva pirsa “ma Barzanî negotibû emê herin Sûriyê û kurdan biparêzin?” de wiha got: “Nexêr, Barzanî gotibû emê bi her awaya ku ji destê me bê, kurdên Sûriyê biparêzin. Mebesta wî parastina siyasî, darayî û aborî bû.”
Mistefa her wiha diyar kir ku alîkariya kurdên Rojavayê Kurdistanê mirov neçar nake ku sînor derbas bike û wiha axivî: “Em naxwazin sînor derbas bikin û xwe bixin nav karên wir. Ji ber ku em dizanin Sûriyê welatekî cîran e û xudan serweriya xwe ye lê mesele parastina gelê Kurdistanê ye.”




