26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

BDP dest bi xebatên hilbijartinên herêmî kir

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-Ajanis/ Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) starta Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî da. Li gorî stratejiya BDP’ê di vê hilbijartinê de dê rengê jnan zêdetir derkeve pêş. Ji bo jinan kotaya ji sedî 40 hate danîn. Komîsyona Hilbijartinan bi civîneke çapemeniyê nêzikahiya xwe ya hilbijartinan diyar kir. 

 Hevserokê BDP’a Amedê Mehmet Emîn Yilmaz derheqê mijarê de diyar kir ku  Şaredariya Amedê dê vê demê radestî jinê were kirin ji ber vê yekê dê ev dem bi pêşengiya rengê jinê derbas bibe. 

Hevserokê BDP’ê Silhedîn Demîrtaş berê aşkera kiribû dê parlamenterên heyî nikaribin bibin namzet. Ji ber vê yekê namzetên jin dê ji parlamenteran pêk neyê. Pîvanên namzetan tenê ji aliyê komîsyonên hilbijartinê ve têne diyarkirin. 

Endama Komîsyona Hilbijartinan Aynur Aşan jî li ser çawaniya destnîşankirina namzedan axivî û diyar kir ku gel dê vê yekê hilbijêre û wiha axivî: “Pîvanên tevgera me zelal e. Ji bo me tiştê herî sereke kedkarî û girêdayîna nirxên vî gelî ye. Em di wê baweriyê de ne ev el dê pêşengên herî baş ji xwe re hilbijêre. Di vî warî de baweriya me xurt e

Nûçeyên têkildar