26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeya Kurdistanê daxwaz ji Londonê kir bi awayekî berfirehtir alîkariya penaberên Sûriyê bikin

Çavkanî: KDP.info

London-KDP.info/ Di çarçoiveya serdana xwe de bo Birîtaniya, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Hîw Robertson wezîrê karûberên Rojhilata Navîn li wezareta derve ya Îngilistanê civiya.

 Di civînê de ku, Beyan Samî nûnera hikûmeta Kurdistanê li Londonê û hijmareke berpirsên wezareta derveya Îngilistanê amade bûn, Robertson pîrozbahî li hikûmeta Kurdistanê kir ku, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî demokratîk û paqij û biserkeftî derbas bûn.

 Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, ji berprisên wezareta derve ya Îngilterayê re behsa rewşa Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê berfirehikirina têkeliyên xwe bi cîhana derve re kir.

Mistefa bi fermî wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn vexwand Kurdistanê û wezîrê brîtaniyayî jî dawetnameya Mistefa qebûl kir.

Mistefa daxwaz ji hihûmeta Îngilistanê kir ku, di warê vîzayê de zêdetir hêsankariyan bo hevwelaitên Kurdistanê bike û xeta asîmaniya dîreket  navbera London û Hewlêrê veke.

 Li dor têkeliyên digel Tirkiyeyê û rewşa penaberên Sûrî li herêma Kurdistanê, Mistefa daxwaz ji hikûmeta Londonê û rêxistinên navdewletî kir ku, zêdetir hevkarî û alîkariyan pêşkeşî penaberên Sûrî bikin ku nuha hijmara wan gihiştiye 235 hezar penaberan.

Her di berdewamiya serdana xwe de bo Brîtaniyayê, berprisê têkelyên derve yê hikûmeta Kurdistanê digel Mark Brawn rêveberê giştiyê alîkariyên mirovî û asayîş û aboriya navdewletî li wezareta geşepêdana navdewletî civiya.

 Di civînê de Mistefa behsa rewşa penaberên Sûrî yên li herêma Kurdistanê kir û got ku, roj bo rojê hijmara penaberan zêde dibe û pêdawîstiyan wan jî, bi taybetî ber bi zivistanê ve diçe, zêdetir dibin û daxwaz ji hikûmeta Londonê kir ku, bi awayekî berfirehtir alîkariya penaberên Sûrî yên li herêma Kurdistanê bikin.

Wezîrê brîtaniyayê soz da ku, bi cidî kar bikin  daku bi rêya hikûmeta xwe û rêxistinên navdewletî alîkariyan pêşkeşî penaberên surî bikin û li ser daxwaza berprisê derve yê hikûmeta Kurdistanê, brîtaniyayê biryar da ku, tîmeke taybet binêrin herêma Kurdistanê daku, ji nêzîk haydarî rewşa penaberan û pêdawîstiyên wan bibin.

Her li Brîtaniyayê, Felah Mistefa beşdarî di civîneke berfireh li dor jênosîdayê kir. Di civînê de Mistefa behsa pêşkeftinên ser meydana siyasiya Kurdistanê û serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kir û got ku, wan li Amerîkayê ji bon pêkanîna grûpeke piştgiriya gelê Kurdistanê li Kogeresa Amerîkayê karên cidî kirine.

Nûçeyên têkildar