26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Divê kurd bihêz beşdariyê di konferensa Cinêv 2 de bikin

Çavkanî: KDP.info

London-KDP.info/ Di berdewamiya serdana xwe de bo welatê Berîtaniya, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, digel Beyan Samî nûnera hikûmeta Kurdistanê li Londonê,  hijmareke civîn û semînaran li sazî û senterên hizrî û lêkolînên stratejîk pêkanîn.

 Di destpêkê de Mistefa behsa dîroka tecrûbeya hukimdariyê li herêma Kurdistanê kir û got ku, di destpêk tecrûbeya xwe de kurd rastî gelek problem û pirsgirêkan hatin, lê şarezayîya serokatiya siyasiya Kurdistanê wisa kir ku, roj piştî rojê ew tecrûbe ber bi pêşve biçe û îro kurd yek ji fakterên sereke yên herêmî ne û her li destpêkê kurdan bawerî bi demokrasî û azadiya hizir û bîran hebû.

 Mistefa di axaftina xwe de behsa pêşkaftin û guhertinên dawiyê li ser emydana siyasiya herêma Kurdistanê kir û got ku, hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî serkeftî timam bûn.

 Li dor têkeliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federalî got ku, Bexda ne amadeya pirsgirêkên hilawîstiyên nevbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike, û Bexda bi berdewamî xwe ji cîbicîkirina bend û madeyên destûra Îraqê dûr dixe, lê hikûmeta Kurdistanê lêdixebite ku, hemû pirs li gor destûra Îraqê û bi rêya diyalogê bên çareser kirin.

 Derbarê têjeliyên bi Tirkiyeyê jî re, Mistefa got ku, têkeliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê di qonaxeke pêşkeftî de ne û her du aliyan bawerî bi têkeliyên li ser esasê berjewendiyên hevbeş heye.

 Li dor rewşa Sûriyeyê bi giştî û rewşa penaberên Sûrî yên li herêma Kurdistanê bi taybetî, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê din nav xebatên berdewam de ye ku, aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê yek deng û yek helwest bin û bihêz beşdariyê di konferensa Cinêv 2 de bikin. Mistefa got ku, pêwîste gelê kurd li Sûriyeyê bi mafên xwe yên netewî şad bibe û divê civaka navdewletî bi cidî kar bike daku kuştin û xûnriştin li Sûriyeyê bidawî bê.

 

Êrîşa terorîstiya vê dawiyê a bajarê Hewlêrê mijareke din a semînarên berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê bû û di vê çarçoveyê de, Mistefa got ku, bi her awayî grûpên terorîst dixebitin ku aramî û îatîqrar herêma Kurdistanê têk bidin, lê terorîst nikarin serbikevin û nikarin bi awayekî nêgetîc tesîrê li ser herêma Kurdistanê bikin û saziyên amiyeta Kurdistanê ji bo parastina aramiya Kurdistanê bi şev û roj di amdebaşiyê de ne.

Nûçeyên têkildar