26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi fermî hat ragihandin

Çavkanî: KDP.info

îro yekşemê (08.07.2012) di dêrendazeyeka fermî de bi pişikdarîya Serokê Kurdistanê, serokê hukûmeta Kurdistanê, encumena Dadwerîya Kurdistanê û serokê encumena asayîşa herêma Kurdistanê û hijmareke din ji wezîr û berpirsên asayîş û hewalgerîyê, tê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi fermî encumena asayîşa netewî ya Kurdistanê ragihand.

Ji destpêka evê dêrendazeyê,  Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û kêfxweşîya xwe ya li hember damezrandina vê encumena han dîyar kir û spasîyên xwe jî pêşkêşî tevahîya dezgehên asayîşî û ewlekarî yên Kurdistanê kir.

Serok Barzanî herwiha daxwaz ji tevahîya dezgeh û alîyên peyvendîdar yên di warê ewlekarî de kir daku, bi her awayî hewl bo dabîn kirina ewlekarîyeke baştir bo her takekî Kurd bidin.

Piştî bi dawî hatina gotara Serok Barzanî, Şewirmendê encumena asayîşa netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, ji bo parastina asayîş û ewlekarîya Kurdistanê me gelek hewlên cidî dane û vê emê di hewldanên xwe de berdewam bin, jiber ku, ewlekarî û tenahîya Kurdistanê bûye sedema vê yekê ku, Kurdistan li Îraqê de weke Devereke aram û biewle were nasîn.

 

Nûçeyên têkildar