26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Yekîtiya Ewrûpa: Tirkiyê mafê kêmenetewan bin pê dike

Çavkanî: KDP.info

Ajanis-KDP.info/ Komisyona Ewrûpa rexne li Tirkiyê digre û daxwaza destpêkirina gotûbêjên taybet bi girêdana Tirkiyê bi Yekîtiya Ewrûpa dike.

Komisyona Ewrûpa di raporta xwe ya salane de rexneyên tund arasteya hikûmeta Tirkiyê dike jiber serkutkirina ne razîbûnên di çend heyvên borî de ya derbarê binpêkirina mafên bingehîn ya welatiyan û têkez dike ku, çênabe Enqera tenê pişt bi piraniyê ve girê bide û mafê kêmenetewan piştguh bixe.

 

Komisyona Ewrûpa di raporta xwe de rexneyên tund arasteya deshelata Tirkiyê dike jiber berdewamiya fişraên siyaseta wê û dirustkirina astengiyan li hemberî azadiya raderbirînê de.

Wê komisyonê daxwaz kir ku gotûbêjên taybet bi wergirtina Tirkiyê di Yekîtiya Ewrûpa de ku heyama 4 salane westaye dest pê bike, û di rûniştina 22 heyvê Cotmehê de serkirdeyên Ewrûpa wê pirsê bi hûrbînî gotûbêj bikin.


 

Nûçeyên têkildar