26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: gerek desthilata dadwerîyê bê alî û dûr ji bandora sîyasî be

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmet herêma Kurdistanê, bi amadebûna cihgir xwe Îmad Ehemd, îro yekşemê (08.07.2012) li bajarê Hewlêrê digel konseya edaleta Kurdistanê kombûnek saz kirin.

Di civînê de ku, wezîrê navxweyî, wezîrê edaletê yên herêma Kurdistanê û serokê dozgerîya giştî amadebû, rewşa dadwerîyê (edaletê), desthilata dadwerîyê , karûbarên mehkemeyên Kurdistanê û dabînkirina pêdawîstîyên wan û çewanîya çareserkirina pirsgirêk û giriftarîyên dikevine pêşîya karûbarên sazîyên edaletê hatin gotûbêj kirin û nirxandin.

Çewanîya beştirkirina karên sazîyên dadwerîyê û mehkemeyan mijareke din a civînê bû di vî warî de konseya dadwerîya Kurdistanê daxwaz ji encumena serokatîya hukûmet herêma Kurdistanê kir piştevanîya xurtkirina mehkeman û edaletê li herêma Kurdistanê bikin.

Di civînê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axavtinek kir û wî di axavtina xwe de got:

- Rewşa edaletê û mehkemeyan li herêma Kurdistanê pêwîstî bi reorganîzekirinê heye. Armanc ji vê civînê jî ewe ; çewa bikarîn sazîyên dadwerîyê bi awayekî rêkûpêk û bêteref aktîv bikîn ku, hemû hevwelatî rêz û hurmetê jê re bigirin.

Serokê hikûmetê got ku, hukûmet herêma Kurdistanê amadeye bi her awayî pişevanîya desthilata dadwerîy li herêma Kurdistanê bike:

- Em bi cidî kar ji bona piştgirîya desthilata dadwerîyê dikin. Divê desthilata dadwerîyê li herêma Kurdistanê bêteref be û ji maytêkirinên sîyasî dûr be. Çênabe tu alî destê xwe bixin nav karûbarên mehkemeyan û desthilata dadwerîyê, ji ber ku, bingehê her welatekî serwerîya qanûnê û rêkûpêkîya mehkeme û desthilata dadwerîyê ye.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, hukûmet herêma kurdistanê piştgirîyê li vekirina akademîya dadwerîyê û rasvekirina qanûna dadwerîyê dike. Serokê hikûmetê li ser çend daxwazên konseya dadwerîya Kurdistanê razî bû weke; avakirina avahîya konseya dadwerîyê û avakirina avahîyên mehkemeyan li Germîyan, Pîremegrun, Soran, Amêdî û teyînkirina karmendên pêwîst bo wan mekhemeyan biryar hat giertin.

Biryar hat dan ku, koordînatoreke di navbera serokatîya hukûmet herêma Kurdistanê û konseya dadwerîyê li herêma Kurdistanê bê destnîşan kiirn.

 

 

Nûçeyên têkildar