Di 5 rojanên cejnê de 112 hezar torîst serdana Kurdistanê kirine

Hewlêr-KDP.info/ Serokê Desteya Geşt û Guzariyê ragehand ku di 5 rojên borî de 112 hezar geştyar hatine Kurdistanê.
Mewlewî Cebar serokê Desteya Geşt û Guzariya Herêma Kurdistanê got: "Lê dema mirov ligel sala borî berhev dike, hatina geştyaran bo herêmê kêm bûye."
Derbarê hatina geştyaran de Mewlewî Cebar got: "Di hundirê 5 rojên borî de hejmara wan geştyarên hatine Kurdistanê gehiştiye 112 hezar kes. Evna di demekê de ye ku sala borî di heman wextî de gehiştibû 123 hezar geştyar. Li gor vêna jî rêjeya geştyaran ji sedî 10 kêm bûye."




