Nêçîrvan Barzanî: Ji bo dabînkirina sotemenîyê çi pêwîst be hukûmet dê bike

Bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma Kurdistanê, îro yekşemê (08.07.2012) li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna cihgirê serokwezîr Îmad Ehemd, kombûna hejmara neh a encumen wezîrêm herêma Kurdistanê hat sazkirin.
Di kombûnê de rapretek li dor ew amarên (îstatîstîkên) ji alîyê sazîyên Netweyên Yekgirtî ve di heftîya borî de li ser Kurdistanê hatine belavkirin hat minaqeşe kirin.Di raporta Netweyên Yekgirtî de rêjeya bêkarîyê, nexwendewarîyê, nexweşîyan, şideta li dijî zarok û jinan, sewyeya xizmetgozarîyên giştî yên weke; av, kareba û bakijîya jîngehê li herêma Kurdistanê hatine destnîşan kirin.
Di wan amarên (îstatîstîkên) sazîyên Neteweyên Yekgitî li ser herêma Kurdistanê weşandine, tê xuyakirin ku, herêma Kurdistanê di wan hemû amaran de ber bi pêş çûye ku ”Ev yek jî cîyê dilxweşîya encumen wezîran bû.”
Di axavtinekê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:
Ev rêje (nisbe) û datayên di raporta sazîyên Neteweyên Yekgirtî da hatine destnîşan kirin cîyê dilxweşîyê ye, lê belê ev hêşta kême, divê hemû wezaret di wan waran de bixebetin heta em digihjin standardên navdwewletî.
Di kombûnê de li ser wan amarên ji alîyê sazîyên Neteweyên Yekgirtî ve hatine kirin çend birya rhatin dan:
1- Wezareta pilandananê digel wezaretên peywendîdar, ji bo lêkolîna wan amaran komîteyekê pêkbînin û ew îstatîstîkên Neteweyên Yekgirtî bikin bingehê karê wezaretên Kurdistanê.
2- Bi beşdarîya alîyên peywendîdarên hukûmet Îraqê, amadekarî bo serjimêrîya giştî bo herêma Kurdistanê bê kirin daku, di hemû waran de amar bên kirin û ew amar bibine bingehê karên wezaretan.
3- Wezareta pilandananê digel wezaretên peywendîdar ji bona damezrandina sazîyeke amarê bo herêma Kurdistanê bixebitin. Ew sazîya amarê di warên cihê de amaran amade bik û di warê destnîşankirina rêjeya bêkarîyê, nexwendewarîyê, nexweşîyan û xizmetgozarîyên giştî da alîkarîya hukûmet herêma Kurdistanê bike.
Dabînkirina pêdawîstîyên herêma Kurdistanê yên di warê neftê de, bi taybetî nefta sipî bo demsala zivistana bê, mijareke din a kombûna encumen wezîrê Kurdistanê bû.
Di vî warî de, serokê hukûmet Kurdistanê careke din daxwaz ji hukûmet Îraqê kir ku, para herêma Kurdistanê a sotemenîyê û berhemên neftê bi timamî bide daku, hukûmet herêma Kurdistanê bikare xwe pêşwext bo demsala zivistanê amade bike û pêdawîstîyên hevwelatyan dabîn bike:
- Eger hukûmet Îraqê para herêma Kurdistanê ji sotemenîyêê bi timamî nede, hîngê çi pêwîst be ji bona di dema xwe de pêdawîstîyên hevwelatîyan yên di warê neftê û bi taybeyî nefta sipî de dabîn bike, hukûmet herêma Kurdistanê dê bike.
Nêçîrvan Barzanî got ku, hukûmet Îraqê rojane 600-700 hezar bermîlên nefta xam rafînerî dike, divîya bû hukûmet Îraqê rojane 140 hezar bermîl para herêma Kurdistanê bidana. Lê, tevî ku ev çend sala hukûmet Îraqê pişka herêma Kurdistanê nedaye, di 25ê nîsan aîsal de pişka herêma Kurdistanê a rojekê ji 32116 bermîlan bo 16826 bermîlam kêm kirîye.
Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, çi pêwîst be hukûmet herêma Kurdistanê dê bike ji bona ku valahîya çêbûy pir bike û pêdawîstîyên herêma Kurdistanê dabîn bike.




