NY êrişa li dijî kurdên şebek şermezar kir

Ajans-KDP.info/ Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişa li dijî kurdên şebek li parêzgeh Mûsilê şermezar kir û ji berpirsên Îraqî xwest, bo parastina rewşa deverê gavên bilez û pêwîst bên avêtin.
Nunerê netewên yekgirtî yê li Îraqê êrîşên ser Kurdên şebek mehkûm kir.
Nunerê NY yê li Îraqê Nekolay Mladenov ragehand ku, NY li hember êrîşên li dijî Kurdên şebek dilgirane û êrîşên han bi tundî mehkûm dike.
Mladenov eşkere kir ku, NY girîngiyeke teybetî dide kementewên li Îraqê yên ku, bi berdewamî rastî êrîşên terorîstan dibin.
Çavkanî herwiha daxwaz ji aliyên têkeldar kir daku, bilez li wan deveran tedbîrên pêwîst yên ewlekarî werbigirin û pêşiya dubarebûna wan êrîşên terorîstî bigirin.
Hêjayê gotinêye ku, di encama êrîşeke xwekujî li Başûrê Mûsilê de herî kêm 11 Kurdên şebek hatibûn terorkirin




