26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî li gel şandeke Partiya Demokrata Pêşketiya Kurd li Sûriye civiya

Çavkanî: KDP.info

Duhî şema 12.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Hemîd Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşketiya Kurd li Sûriye û hejmarek ji endamên serkirdayetiya wê partiyê civiya.

Li vê kombûnê de şanda mîhvan ji bo serketina pêvajoya hilbijartinên Parlemena Kurdistanê ku li 21 ê Eylûla derbasbûyî hatibû encamdan pîrozbahiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand. Şanda Partiya Demokrata Pêşketiya Kurd li Sûriye bi tundî teqîna terorîstiyên bajarê Hewlêra paytext şermezar kir û serxweşiyên xwe bi kesukarê şehîdên vê rûdawê ragihand.

Her li vê civînê de pêvajoya siyasiya herêmê û Sûriye bi giştî û Rojavaya Kurdistanê bi taybetî xistin ber behs û axaftin li ser wê rolê kirin ku Kurd dikarê li pêvajoya niha û paşaroja Sûriyê de bibîne

Nûçeyên têkildar