Îtalya asta nûneratya xwe li herêma kurdistanê bilndtir dike

Hewlêr-KDP.info/ Lapo Pîstêlî cêgirê wezîrê derveyê Îtalya li hotêla Rotana li Hewlêrê û di kongrek rojnamevanî de encamên serdana xwe jibo kurdistanê eşkira kir û ronahî xiste ser çend xalên girîng ku welatî wî di warê pêşdabirina têkhelyên xwe digel herêma kurdistanê biryar liser daye.
Herweha got " Di serdana xwe de bo kurdistanê serdana çend cihên giring kiriye ji wan Kelha hewlêr û kempa koçberên Kevrugosk."
Lapo pîrozbahî li gel û hikûmeta kurdistanê kir bi helketina serketina pirosa helbijartina û pesna azadî û zelalya pirosê kir û wê rêjeya beşdar ya gehştye 73.9% û tekez kir ku Italya dixaze têkhelyên xwe di gel herêmê pêş da bibe û hikumeta romayê biryar wergrtye asta peywendyên xwe li herêma kurdistanê bilindtir bike bo kunsulgerya giştî.
Cêgirê wezîrê derveyê Îtalya raghand welatê wî li ber vîze li herêmê bi xelkê kurdistanê bide û bazneya hevkarya bazirganî û weberhênanê digel herêmê berfirehtir bike.
Herweha sipasiya hikûmeta herêma kurdistanê kir jibo wan alîkaryên ku pêş kêşî koçberên kurdên rojava li herêmê kirye û eşkrekir ku hikûmeta Îtalya berî 20 roja 500 hezar yor weku alîkarî pêş kêş koçberên kurd kirîne li herêmê û tekez kir ku welatê wî dibîne çareserya siyasî baştrîn rêçke bo qeyrana Sûriya û Îtalya herdem ji aliyê abûrî û siyasî û tev warên dinde dostê gelê kurdistanê buwe.
Lapo ew yek neveşart ku jiber kirîza abûrî hevrşî welatê wî buwe ,bandorên nerênî kirne, lê hewl dide ku fersendên weberhênanê li kurdistanê bibîne û pêşangeha kel û pelên Îtalî ku her sal li hewlêrê dihê sazkirin pêşdabibe.
Cêgirê wezîrê derveyê Îtalya tekez kir ew kiryara terostya ya roja 29 ê meha burî li hewlêrê hîç kartêkirina nakete ser peywendyên nêvbera herêma kurdistanê û Îtalyayê û Îtalya disala 2015 de wê bi pêşangeheke mezn beşedar be li kurdistanê ku 130 welat têde beşdar dibin û nêzî 70 kompanyên Îtalya tevlî dibn.




