Devîd Fîlîpis: Pêswîste Emerîka alîkariya Kurdan bike

Waşinton-KDP.info/ Nivîskarê navdarê Emerîkî Devîd Fîlîpis ji rojnameya Hufîngton diyar kir ku, pêwîste Emerîka siyaseta xwe hember Kurdan biguhere û alîkariya Kurdan bike.
Devîd Fîlîpis ku herweha mafnase nivisandiye ku, tevî Rojhelata Navîn di pêvajoyekê pir xerab de derbas dibe, lê Kurdistan herêmeka arame û dûre ji tundûtîjiyê, eve jî bu sedem ku sermayedarên cîhanê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Fîlîpis herweha diyar kir ku, Kurdan piştî sala 2003 gelekî alîkariya Ermerîka kirine di sere li dijî rêjîma Sedam, û ji wê demê heta niha tenê yek şervanan yan yek welatiyê Emerîkî li Herêma Kurdistanê nehatiye kuştin.
Navbirî got ku, çiqasî Kurdan di wî şerî de alîkariya Emerîka kirine, lê Emerîka heta îro wek pêwîst alîkariya wan nekiriye, jiber vê yekê jî dem hatiye ku Emerîka siyaseta xwe li himber Kurdan biguhere û bi her şêwekî piştgîriyî û alîkariya Kurdan bike




