Geverê.. bi guleyên plastîk 4 kes birîndar bûn

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Li Geverê bi boneya 9'ê Cotmehê a roja derxistina Ebdullah Ocalan ji Sûriyeyê, her wiha piştî çar mehan dîl hate girtin, çalakî pêkhat. Polîsên ku êrîşî gel kirin, 4 kes birîndar kirin.
Li gor ajansan li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya şermezarkirin 15'mîn salvegera a 9'ê Cotmeha 1998'an li dijî Ebdullah Ocalan pêkhat û bu sedem ji Sûriyeyê derbikeve, her wiha piştî 4 mehan jî dîl hate girtin, çalakî hate li darxistin. polîsan xwe li çalakiyê ranegirtin êrîşî ciwanan kirin.
Di encama êrîş de şer û pevçûn derketin. Polîsan guleyên plastîk bikar anîn û 4 kes birîndar bûn. Di dema êrîşan de polîs ketin qada lîstika zarokan û bombeyên gazê avêtin




