Şandeya ENKS ligel Davutoglu civiya

Enqera-KDP.info/ Duhî çarşema 9/10/2013 Şandeke Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS), li Anqera, ligel wezîrê derve yê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu civiya.
Şanda ENKS ji her yek li Serokê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Abdulhekîm Başar, Sekreterê Giştiyê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro û Alîkarê Serokê Partiya Demokratîka Kurd Mistefa Sîno pêk hatiye û pêkve beşdarî guftûgoyê bûnê, mijarên otonomiya kurdan li Sûriyê, vekirina xalên sînorî û beşdarbûna kongreya cenêv2 guftûgo kirine.
Derbarê vekirina xalên sînorî de, wezîrê tirk gotiye ku ji bo sedemên ewlehiyên ew nikarin deriyê sînorî yê Serê Kaniyê vekin, lê ew amade ne li Kobaniyê derî vekin




