Leyla Zana namzeta Xelata Nobelê ye

Ajans-KDP.info/ kesê ku Xelata Aştiyê ya Nobelê werbigire li Oslo ya paytexta Norwecê tê eşkere kirin, siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî yek ji namzetên wergirtina wê xelatê.
Li gor medya Norwecî, yek ji namzetên îsal ên Xelata Aştiyê ya Nobelê siyasetmedar û parlamentera Kurd Leyla Zana ye, ku ji aliyê çend parlamenterên Ewropî ve hatiye destnîşankirin.
Zêdeyî 35 kes wek namzetê wergirtina vê xelatê hatine destnîşankirin, lê ji bo wergirtinê zêdetir navê 5 kesan derbas dibe. Ji van her pêncan jî ya herî bihêz Melala Yusif a 13 salî ye ku xwendekareke Pakîstanî ye û Talîban hewl dabû ku wê bikuje, sedem jî çima keç teşwîqî xwendinê kirine




