Danîmark beşdar dibe di proseya pêşketina herêma kurdistanê de

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprsê peywendyên derve bi amadebûna Suham Cebelî alîkara berprsî, pêşwazî li Gêrt Maynêk balyozê Danîmark li Iraqê û Dara Celîl Xeyat kunsûlê Fexryê Danîmarkê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtnekê de balyozê Danîmark li Iraqê serketina pirosa helbijartina perlemana kurdistanê pîrozkir û bi pirosek demokrasî û girîng dazanîn.
Di hemberêde Felah Mistefa ronahî xiste ser rewşa koçberên kurdên Sûriyê li herêmê û kartêkirina hejmara wan li ser bazar û abûrya herêma kurdistanê û amaje bi wan alîkarya da ku hikûmeta herêma kurdistanê jiwanra pêş kêş kirye û got " sipasya hin ajansên ser bi NY dikeyn ku dibernama wandaye hin pirojên xizmetkarya jêra cêb cê biken û karek pir girînge eger ew ajans û civaka nêvdewletî gavên bilez bihavêjn diwarê alkarîkirina koçberên kurdên suryayê de li herêmê."
Balyozê Danîmark got: welatê wî biryar wergirtye hevkarya koçberên kurd li herêmê bike birêya ajansên nêvdewletî û bal kişande ser dîdar û civînên xwe digel berprsên herêmê û raghand " kompanyên welatê wî wê beşdar bibin diprosa avedankirin û pêşketna li herêma kurdistanê jiboy vê yekê ofîseke bazirganî li herêmê vediken.
Li dawiyê de Felah Mistefa şabûna xwe bi van gavên welatê Danîmarkê dyarkir û amadeya sazyên hikumetê jî anî ziman jibo pêşwazîkirina kar û kompanyên welatê Danîmarkê li herêma kurdistanê û bilindkirina asta peywendyên dinêvbera herêm û danîmarkê de bi karek girîng û pêwîst zanî jibo vê qunaxê




