25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Balyozê Kanadayê behsa çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên navbera her du aliyan kirin

Çavkanî: KDP.info

Îro li Hewlêrê Serokwezîrên Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Kanadayê yê li Îraqê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtineke de Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bi heketina destbikar kirina vî weke Balyozê Kanadayê li Îraqê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Brono Sakomanee kir û her du alî behsa çawetiya bihêztir kirina peywendiyên navbera Kanada, Îraq û Kurdistanê de kirin.
Balyozê Kanadayê diyar kir ku, Kanada dixweze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike û got: Bi mebesta bihêztir kirina peywendiyên han vê di destpêka sala 2014an de Kanada nivîsgeha Konsolosxaneya xwe li Hewlêrê vedike û her ji niha ve dest bi amadekariyên pêwîst hatiye kirin.=
Li hember de jî Serokwezîrên Herêma Kurdistanê  kêfxweşiya xwe ya li hember vê biryara han diyar kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê piştgîriya kar û çalakiyên bazirganî yên Kanadayê ên li Kurdistanê de dike.
Serokwezîrên Herêma Kurdistanê  herwiha piştgîriya xwe bo vekirina nivîsgeha Konsolosxaneya Kanadayê li Hewlêrê de diyar kir û ew biryara han bi biryareke girîng wesif kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa hilbjiartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin û Konsolosê Kanadayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li gel û hikûmeta Kurdistanê kir.
Serokwezîrên Herêma Kurdistanê jî ew yek diyar kir ku, serkeftina prosesa hilbijartinan serkeftina gelê Kurd û ezmûna demokrasiya Kurdistanê ye û ew tişta ku, dilê mirov pê xweşe bicîhbûn û bihêztir bûna çanda demokrasî li Kurdistanê deye.

Nûçeyên têkildar