25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Demîrtaş: Emê bixwe perwerdeya kurdî bidin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Hevserokê Giştî yê BDPê Selahedîn Demîrtaş ragihand ku, dê bixwe dest bi dayîna perwerdeya bi zimanê dayikê bikin.

 Duhî sêşema 8/10/2013 ê Demirtaş li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di kongireya rojnamevanî de li ser rewşa dawî ya BDPê û pêvajo û pakêta demokrasiyê axivî.

 Demîrtaş nerazîbûn nîşanê pakêta AKP'ê da û perwerdeya bi zimanê dayikê ya li dibistanên taybet jî bi zimanekî tûnd rexne kir û got: "Ev siyaseta qirkirina çandî ye.

 Çima wê tenê zarokên kurd li dibistanên parlementerên AKP'ê perwerdeya bi zimanê xwe bibînin? Ka em hemû xwediyê vî welatî bûn? Ka em wekhev bûn? Li ku ma wekheviya we?" 

 Hevserokê BDPê ragihand, dê bixwe perwerdeya zimanê dayikê bidin û bo vê yekê jî dest bi amadekariyan kirine û wiha axivî: "Perwerdeya zimanê dayikê welêt perçe nake lê qedexekirina zimanê neteweyekî dibe sedema perçebûnê."

 Ji aliyekî dî ve çend roj bûn ku ragiahndinên Turkiyeyê bangeşe dikirin ku giwaye Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş îstîfa kiriye. Lê Demirtaş evê îdiayê red kir û got: " min dev ji partiyê bernedaye. Derheqê vê meseleyê de jî di partiyê de aloziyek tune ye".

 

Hevserokê BDPê îdiayên derbarê îstîfakirina xwe de jî bi van gotinan derewand: " Derheqê mijara hevserokatiyê de di partiya me de tu kirîz tûne ye. Meqamên ku em lê rûdinên emanetê gel e. Dev jê berdan tê menaya xaîntiyê. Heta hilbijartinê em ê kongre nekin. Lê piştî hilbijartinê ev mesele din av partiya me de wê bê nîqaş kirin."

 

Nûçeyên têkildar