26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Emerîka bi merc rê dide Êran beşdarî Cinêv 2 ê bibe

Çavkanî: KDP.info

Ajans - KDP.info/ Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku, eger Êran bi eşkere piştgiriya kongreya yekê ya Cinêvê qebûl bike dikare tevlî kongreya duyemîn civîna Cinêvê ya derbarê Sûriyê de ku wek (Cinêv 2) tê binavkirin, bibe. 

Marie Harf berdevka Wezareta Derve ya Emerîka di daxuyaniyekê de got, Êran roleke xirab di qeyrana Sûriyê de dilîze, lewma her welatekî ku tevlî kongreya Cinêv 2 ê bibe, divê bi eşkere piştgiriya daxuyanuya Cinêv1 bike.

Nûçeyên têkildar