Kerkûk, di du teqînan de 10 hevwelatî û polîs bûne qurbanî

Îro yekşemê 08/07/2012 di encama du teqînan de deh polîs û hevwelatî hatin kuştin û di nav wan birîndaran jî birêveberê navenda polîsê Urobîya jî heye.
Di evê derbarê de berpirsê ragihandina Asayşa Kerkûkê Ferhad Heme Elî ragihand, ku îro ber destê sibê demjimara 8:10 li taxa Qadisîye başûrê bajêrê Kerkûkê li nêza birêveberîya hatûçûya Kerkûkê bombeka çandkirî bi otombîla efser Dilêr Ebdullah birêveberê navednda polîsên Urobîya teqîya û di encamê de eqîd Dilêr birîndarbû û şofêrê wî jî hat kuştin û pasevanekî din jî birîndar bû.
Herweha berpirsê ragihandina Asayşa Kerkûkê ragihand, ku otombîla eqîd Dilêr ji navçû û zîyaneka maddî mezin bi derdora evê teqîne keft.
berpirsê ragihandina Asayşa Kerkûkê weha jî da nîşandan, ku demjimara 8:30 li taxa Domîz a bajêrê Kerkûkê bombeka din bi mefrezeya polîsên hawarhatina Kerkûkê teqîya û di encamdê de 5 polîs û 2 hevwelatî birîndar bûn.




