25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa: Pêwîste NY û civaka nêvdewletî bêtir destê alîkarî û hevkaryê jibo penaberên Rojava dirêj bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Di hevdîtnekê de di nêvbera Felah Mistefa berprsê peywendyên derve yên hikûmeta herêma kurdistanê û Nîkolay Mîladînov nûnerê taybetê sekretêrê giştyê NY li Iraqê behsa rewşa niha ya Iraqê û deverê û encamên helbijartinên kurdistanê û rewşa koçberên Sûriyê li herêmê hat kirin.

Di wê dîdarê de ku Sokol Kondî berpirsê ofîsa NY li herêmê û xatûn Suham Cebelî alîkara berprsê peywendyên derve û şandeka yonamî li Bexdayê amadebûn.

Felah Mistefa  pîrozbahiya dest bikarbûnê ji berêz Mîladînov kir û hêviya serkeftinê jibo xwast û amadey ya fermangeha peywendyên derve diyarkir bimerema serxistina bername û plana NY li herêmê.

Berpirsê peywendiyên derve şabûna xwe derbrî ku birêz nîkolay mîladînov ev post wergrtiye jiber ku li demê berê wezîrê derveyê welatê Bulgarya bû çend cara  serdana herêma kurdistanê kiriye û li nêzve haydarî rewşa herêmê ye.

Nûnerê taybetê sekretêrê giştyê NY li Iraqê di hemberê de got " Îro şadbûme ku min serdana herêma kurdistanê kirye û pêşketin û werarên tev waran li berçav dibînim û encamdana pirosêsa helbijartina perlemanê kurdistanê bi awayekî serketî gavek girîng û pir behaye di nêv pirosa dîmokrasyê de li herêmê.

Herweha herdû aliya behsa rewşa Iraqê û pirosa siyasî û demokrasî û rola kurda di nêv de û rewşa Sûriyê û bi giştî û rewşa koçberên kurdên rojava li herêmê bi taybetî kir.

Jibal xwe ve  Mistefa ragihandn heta nihu nêzîkî  250 hezar koçberên kurdên Sûriyê li herêma kurdistanê hene û hikumeta herêma kurdistanê li gor karînên xwe tev alîkarî û pêwîstyên serekî jêra pêş kêş kirîne” lê pêwîste NY û civaka nêvdewletî bêtir destê alîkarî û hevkaryê jibo wan dirêj biket

Nûçeyên têkildar