26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Anan: me li Sûrîya şikestin anî, agirbest serkeftinê nahêne

Çavkanî: KDP.info

Îro roja yekşemê Nûnerê taybetê rêxistna Neteweyên Yekbûyî NY û kombesta welatên Erebî Kofî Anan ragihand, ku pêkolên navdewletî bo dawî anîna dijwarîya Sûrîya serkeftinê nahêne û şikestinê dihêne.

Di evê derbarê de li gorî rojnama Lomond a Feransî, Kofî Anan got, "ji bo vedîtina rêçareyekî aştîyane ji qeyrana Sûrîyê re gelekî pêkol hatine kirin, eşkireye jî ku em sernekeftin û ti gerantî jî bo serkeftina me nîne".

Anan weha jî got, " Rûsîya gelekî bandora xwe li ser Sûrîya heye û Îran jî di evê mijarê de roleka mezin dileyîze û gerek rêçareserîyeka sîyasî bihê kirin bo bi dawî hatina evê qeyranê".

Li gorî raporta "Associated Press" roja şemîyê ji destpêka şoreşa Sûrîya û heta 14 hezar kes hatine kuştin.
 

Nûçeyên têkildar