26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Misrê bi sedan kuştî û birîndar

Çavkanî: KDP.info

Ajans-Misrê/ Di encama pevçûna navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderên alîgirê serokomarê berê yê Misrê Mihemed Mûrsî de herî kêm 55 kes hatin kuştin û herî kêm 305 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî ajansan, alîgirên Mihemed Mûrsî duhî yekşema (06.10.2013) bi helkefta çilemîn salvegera şerê ereban û Îsraîl li gelek bajarên Misrê û bi taybet li Qahîreya paytext derket kolanan.

Piştî ku hêzên ewlehiyê ji xwepêşanderan xwestin belav bin alozî derket û hêzên ewlehiyê fîşek berdan xwepêşanderan û di encamê de herî kêm 55 kes hatin kuştin.

 Li gorî nûçeyan, di bûyeran de zêdetirî 305 kes jî birîndar bûn û zêdetirî 220 endamên rêxistina Îxwan Muslimîn jî li Qahîrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Nûçeyên têkildar