Berpirsê peywendiyên derve: Divê nûnerên kurd jî di konfiransa Cinêv 2 de beşdar bin

KDP.info/ Duhî 6/10/2013 Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê digel şandeka wezareta derveya Siwêdê bi serokayetiya balyoz Can Sêslêf nûnerê wezareta derve jibo karubarên Sûriyê bi hevaltiya Yorgn Lîndsitorm balyozê Siwêdê li iraqê civînek lidar xist.
Di civînê de bi amadebûna xatû Suham Cebelî alîkara berpirsê peywendiyên derve basê astê peywendiyên dinêvbera herêma kurdistan û welatê Siwêdê de hat kirin nemaz di warê siyasî û abûrî û kiltûrî de¡ herweha herdû aliya tekezî liser xortkirina peywendî ya kir di tev waran de kir.
Şanda Siwêdê armanca serdana xwe jibo herêma kurdistanê anî ziman ew jî haydarbûn ji helwîsta hikûmeta herêma kurdistan di hember dawî buyerên siyasî li Sûriyê û navçeyê bi giştî.
Ji aliyê xwe ve balyoz Sêslêf pesna rolla hikûmeta herêma kurdistanê kir di warê pêş kêşkirina alîkarya jibo penaberên kurdên Rojava û tekez kir ku rewşa Sûriyê bandorek nerênî liser Iraq û tev navçeyê heye û helwîsta hikûmeta herêma kurdistanê sebaret vê pirsê cihê behadayîna hikûmeta Siwêdê ye.
Di hemberê de berprsê peywendyên derve behsa dawî guhertnên biser deverê da hatîne bitaybet rewşa Sûriyê kir û got" Niha nêzîkî 235 hezar penaberên Sûriyê li herêma kurdistanê hene û eger rewş weha bidome dihê pêşbînî kirin ku hejmara wan hîna bêtir bibe.
Herweha Felah Mistefa raghand" aloziyên li Sûriya dibin cihê dilgiranya hikûmeta herêmê nemaze bikaranîna çekê kîmiyawî û zêdebûna karên teroristî ku bûne sedema wê yekê bi hezara malbatên Sûrî berev herêma kurdistanê bihên.
Herweha şabûna xwe bi biryara 2118 a Civata Ewlehiyê ku taybet bi çekê kîmyawy yê Sûrî nîşade ku ew biryar ji meha îluna derbas bû Civata Ewlehiyê derxistî ye û got: pêwîste civaka nêvdewletî hewlên xwe xortir bike jibona dawî anîna kirîza Sûriyê û lidarxstna konfiransa Cinêf 2 û beşdarîkirina nûnerên kurd di konfransê de û amaje bi rola serok Barzanî de diwarê hevgirtina gutara kurdî li Sûriyayê di çarçuveya civata bilnda kurdî de.
Herweha balyoz Yorgin Lîndistorm hevxemya xwe ji bo teqînên heftî ya burî li Hewlêrê nîşada û pesna rola asayişa kurdistanê diparastna aramî û tenahya herêma kurdistanê de kir.
Di dawiyê de basê pirosa helbjartnên perlemanê kurdistanê û kongra nêvnetewî ya kurd ku biryare dipêşerojê de li Hewlêrê bihê lidar xistin hat kirin.




