26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Seadûn: Sedr bi fermî ji helwêsta wergirtina bawerîyê ji Malikê venekşîyaye

Çavkanî: KDP.info

Endamê Hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamneta Iraqê Muhsên Seadûn ragihand, ku Muqteda Sedr serkirdeyê alîyê Sedr bi fermî vekşandina xwe ji alîgirên wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê ranegihandîye.

Di evê derbarê de li gorî Aknews, Muhsên Seadûn ragihand, ku alîyê Sedr bi fermî vekşandina xwe ji alîgirên wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê ranegihandîye.

Herweha Muhsên Seadûn eşkire kir, ku alîyê Sedr bi çendan car tekez kirîye ku helwêstên xwe di evê derbarê de nayê guhartin bi amadebûn 40 dengên parlîyamentê heger alîyên din karîn 124 deng bo veguhastina evê mijar amade bikin.

Herweha got, rojên tên evê mijarê eşkire dike û em jî çavdêrîya bûyeran dikin.

Nûçeyên têkildar