26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ragihandineka serokatîya Hukûmetê, nûçeyekç bi derew derdixîne

Çavkanî: KDP.info

Nivîsgeha ragehandina serokatiya hukûmeta herêma Kurdistanê di daxuayniyekê de nûşeyeke hindek kanalên mediyayê direw derdixîne.

Ev li jêr teksta daxiyaniyê:

Ragehandina seroaktiya hukûmetê nûçeyekê direw derdixîne
Hindek ji kanalên mediyayê nûçe weşandine ku, qaşo di dema dêrendazeya vekirina pirojeyê ava Xirab-Dêmê li wêlayeta Duhokê, li roja 04.07.2012ê, ji aliyê serokê hukûmeta herêma Kuesistanê ve, zêrevanên serokê hukûmetê rê ji kanalên opozisyonê re nedaye ku, dêrendazeyê raport bikin.

Ev nûçye, nûçeyek çêkiriye û ji hemû rastiyan dûr e, jiber ku hemû kanalên mediyayê ji bo raportkirina dêrendazeya vekirina pirojeyê navborî hatibûn vexwandin û ew ji bajarê Duhokê bi otomobîlên taybet bo cîyê nerasimê hatine veguhastin. Weke mînak em bêjin; Kanalê KNN, Spêde û NRT li cîyê bûyerê bûn û ew dêrendazey raport dikir.
Hukûmet bi xwe hez dike û pêşwaziyê li hemû kanalên mediyay, yên çalakiyên hukûmetê raport dikin, dike. Ev yek ji hukûmetê bi xwe re başe, çend zêdetir kanalên mediyayê kar û çalakiyên hukûmetê raport bikin, ew qas kar û çalakiyên hukûmetê baştir û berfirehtir bigehin raya giştî.

Nivîsgeha ragehandina serokatiya hukûmetê
07.07.2012

Nûçeyên têkildar