26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Şanda hikûmeta fedral û herêmê seredana Romaniya kir û çend civîn liser astên bilind sazkirin

Çavkanî: KDP.info

Romaniya-KDP.info/ Li ser daxwaza fermî ya wezareta derveya welatê Romaniya û di çarçuveya şanda Îraqê de bi serokatya Hşyar Zêbarî wezîrê derveyê Îraqê, Felah Mistefa berpirsê peywendyên derveyên hikumeta herêma kurdistan dirojên ( 2-4/10/ 2013 ) de serdana Romaniya kir û jialyê her yek ji balyozê Îraqê li romanya û nunerên wezareta derve ku pêkhatbûn ji serokê fermangeha rojhelata navîn û serokî bîranîna li wezareta derveya Romaniya hatin pêşwazî kirin.

Şanda hevpişka hikumeta Îraq û herêma kurdistan liser vexandna fermî ya wezareta derveya Romaniya bi helketna 55 salya bîranîna avabûna peywendyên diblomasî di nêvbera Îraq û romanyayê de serdana wî welatî kir û di gel Tîtus Kurlayn wezîrî derve civî ya.

Wezîrê derveyê Romaniya şabûna xwe bi wê serdana berî niha bo îraqê û herêma kurdistanê dyarkir jiboy vekirina nuneratya romanya li herêma kurdistanê.

diwê hevdîtnê de herdû alyan gotubêj sebaret pêşdabrna peywendîya ji alyê syasî û abûrî û barzganî û kiltûrî û bêtir hemahengyê derbarê fersenda jibo encamdayîna karên ¡ hevbar û hevbeş kirin” jiboy vê yekê jî tekez li ser berdewamî ya serdanên weha kir.

Ji alyê xwve wezîrê derveyê îraqê piştî derbrîna xweşhalya xwe li hember bîranîna 55 salya destpêkirina peywendyên diblumasî dinêvbera herdûla de” pesna¡ peywendyên dostayetî dinêvbera îraq û Romaniya de kir û basê rewşa nihaya Îraqê û helbijartnên berî niha yên parêzgehan û helbjartnên perlemana herêma kurdstanê kir û binimûnek serketî dinêv pirosêsa demokrasî de li navçeyê da zanîn.

Her li Romaniyayê şanda hikumeta ferdal û herêmê di dîdarekê de digel Fîyorîl Habatşuk cêgrê serokê civata nunerana ya wî welatî civî ya.

Cêgrê serokê wê civatê şabûna xwe biserdan û komcvînên şandeya îraq û herêmê dyarkir û piştevanya xwe jî jiboy îraq û herêma kurdistanê derbirî û îşaret bi çend waran da ku herdû alî dikarin karên hevbeş û hemahengyê têde biken. hevdem herdûalya basê çewanya pêşdabirina peywendya kir bitaybet xortkirina peywendya dinêvbera perlemanên herdû welatan de.

Di civînekê de digel Kirîn Entunîsku serokê civata kalaw pîra ya Romaniya, navhatî şabûna xwe bi serdana şanda Îraq û kurdistanê dyarkr û amadeya xwe jî ragehand jibo berdewamya piştevanîkirina îraq û herêmî kurdistanê

Di hemberêde wezîrê derveyê Îraqê sipasya wê pêşwazya germ ya berprsên romanya kir û amaje bi rewşa niha ya Îraqî û serketna pirosa helbjartna li herêma kurdistanê kir.

Her di drêjahya serdana şanda bilnda îraq û herêmê bo romanya digel Lîfîw Nîkulay Dirînka cêgrê serok wezîrên romanya kombû¡di kombunê de ku Sîfîl şhîda wezîrê dewletê amadebû  tekez liser bêtir pêşdabirin û xortkirina peywendî ya dinêvbera herdû alyan de kir.

Herweha herdû alî rijdbûna xwe liser werarpêkirina peywendyên abûrî û bazrganî û kiltûrî dûpatkir” şanda hikumeta fedral û herêmê amaje bi serbora romanya di warê qunaxa veguhastina welat de jibo qunaxa demokrasê û peyrewkirina sîstema lamerkezî di brêvebirina welat de û serbora romanya û derbasbûn   divana qunaxa de bi giring dazanîn.

Her di çarçoveya serdana xwe de bo Romaniya ¡ şanda han di gel balîwzên welatên Erebî li romanya civî ya û basê armanca serdana xwe bo wî welatî û dîroka 55 salya avakirina peywendyên diblumasî digel wî welatî kir.herweha dipştre beşdarî di rê û resmeka xurana şîva êvarî de kir ku bihelketna 55 salveger avakirina peywendyên diblumasî dinêvbera îraq û Romaniya de hatbû sazkirin û her yek ji cêgrê serokê civata nunera û wezîrê derveyê romanya û diblumatkarên biyanî amadebbun

Nûçeyên têkildar