Barzanî pêşwaznîya şandeka Iraqîye û Kurdistanî kir

Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya şandeka serkirdeya Îtîlafa Iraqîye û Hevpeymanîya Kurdistanî kir û kombûneka şîretkarîyê navbera herdu alîyan hat sazkirin.
Di evê derbarê de serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê D. Fouad Husyîn di bêjedanekê de ragihand ku, roja şemîyê 07/07/2012 birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya şandeka serkirdeya Îtîlafa Iraqîye û Hevpeymanîya Kurdistanî kir û herdu alîyan kombûneka şîretkarîyê saz kirin û vexwendina rewşa sîyasîya giştî li welêt û ew tengasîya ku welat têde derbaz dibe, kirin, di evê kombûnê komek bijarde hatin aşkerekirin derbarê çawanîya çareserkirina tangasîya ku rastî piroseya sîyasî hatîye.
Herweha D. Fouad Husyîn got, ev kombûna han komek ji rasparde wergirt û bo semahetî birêz Muqteda Sedr tê veguhaztin bo wergirtina bryarekî yekgirtî.
Ji Îtîlafa Iraqîye her yek ji birêz Ayad Allawî serokê lîsta Iraqîye û Usama Nuceyfî serokê parlîyamenta Iraqa fedral û D.Salih Mutleg cihgirê serokê hukûmeta Iraqa fedral.
Ji Hevpeymanîya Kurdistanî her yek ji Fazil Mîranî sekreterê poltîburoya KDP û D. Berhem Ehmed Salih cihgirê duyemê sekreterê giştîyê YNK û Azad Berwarî û Adnan Muftî û Ferîq Omer Osman û endamê poltîburoya KDP û YNK tê de amade bûn.




