26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Rojava dixwazin parteka mezin ava bikin û heyiva 11 dê kongirê wan bête sazkirin

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Evro/ Nûnerê Partiya Demokrat a kurd li Sûriyê (El-Partî) li herêma Kurdistanê ragehand ku wan li gel sê partên Rojavayê Kurdistanê li hevhatinek dirust kirîne ku li jêr navê Partiya Demokrat a Kurdistanê_Sûriyê dest bi xebatê bikin û li heyiva 11 vê salê de dê kongireyek were sazkirin û dê hemû tişt li wê kongirê de bihêne gengeşekirin û dê kongire biriyara dûmahyê bide û heke çu alozî dirust nebin piştî kongirê jî dê rojnameyeka rojane bi navê Kurdistanê jî bihête derxistin. 

Se`îd Umer nûnerê Partiya Demokrat a kurd li Sûriyê (El-Partî) li herêma Kurdistanê diyar kir ku ji ber rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê bo em bişên xebateka berfireh bikin, me li gel ser sê partên Rojava (Parta Azadî ya kurd li Sûriyê baskê Mistefa Cima -Partiya Azadî kurd li Sûriyê baskê Mistefa Usê- Partiya Yekîtiya Kurdistanê) rêkeevtina destpêkê kiriye, ku em ligel wan hersê partiyan pêk ve li jêr navê Partiya Demokrat a Kurdistanê_Sûriyê parteka bi hêz bo Rojavayê Kurdistanê dirust bikin û got: " Bê guman heta niha wek lihevhatineka destpêkî li ser wan xalan rêkikevtin hatiye kirin, lê divê em vê yekê jî bêjîn ku divê kongireyek bihête sazkirin da li kongirê de hemû tîşt bihêne gengeşe kirin û kongire dê biriyara dûmahiyê li ser hemû xalekê bide û ji bo wê yekê jî biriyara her çiwar partiyan eve ku heke çu arîşe li vêrê dirust nebin, li rojên 14 , 15 heyiva 11 ya evsale de dê kongire bête sazkirin." 

Nûnerê El-Partî li herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê jî kir ku niha qonaxeka gelek nazik û hestiyar li Rojavayê Kurdistanê heye û her çiwar partiyên ku me navê wan diyar kirin gehiştine vê baweriyê ku divê pêk ve û bi hêzeka mezintir bo mafê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê xebatê bikin û ji ber vê yekê jî wek me got lihevhatineka destpêkî di navbera xwe da dirust kirîne û li jêr navê Partiya Demokrat a Kurdistanê_Sûriyê xebatê bikin û got: " Bê guman di bernamê da heye ku rojnameka rojane bi navê Kurdistanê jî bête derxistin û her wesa di biyavê ragehandê wek televizyon û radîw jî dê xebateka mezin bête kirin, lê herwek me got divê kongire biriyarê li ser wan xalan hemûyan bide û piştî kongirê dê li jêr navê Partiya Demokrat a Kurdistanê_Sûriyê qonaxeka nû bo xebata gelê me li Rojavayê Kurdistanê destpê bike

Nûçeyên têkildar