Bexdad: Di teqînekê de 125 kuştî û birîndar

Bexda-Ajans/ Li bajarê Bexdadê, ji ber teqîna bombeyeke 125 mêvanên cihên pîroz yên Şîyan bûn qurbanî.
Duhî şemiya 5/10/2013 di encama teqîna ku li dijî mêvanên Îmam Mihemed El-Cewad li navçeya Kazimiyê, 125 kes birîndar û jiyana xwe ji dest dan e.
jêdereke ewlekariya Bexdadê da zanîn ku hejmara kuştiya gihîştiye 30 kesan û 95 birîndaran.
Hêjayî gotinê ye ku, ew êriş han li ser pira ku di navbera Azemiye û Kazimiye yê de pêk hatiye, ew pir bi navê pira Îmaman e, di dema ku mêvanên bîranîna hezretî Îmam Mihemed Cewad de ew teqîn hat kirin




