Divê hevkariya penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bê kirin

Bexda-KDP.info/ Konferansa navdewletî ya welatên pêşwaziyê li koçberên Sûriyê dikin, daxwaz kir ku zêdetir hevkariya koçberên Sûriyê were kirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî jî eşkere kir ku hejmara koçberên Sûriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê gehiştiye 240 hezar kes.
Li baregahê Neteweyên Yekbûyî yê Cenevreyê konferansa navdewletî ya welatên pêşwaziyê li koçberên Sûriyê dikin bi dawî bû. Di beyannameyekê de daxwaz ji raya giştî ya navdewletî û rêxistinên xêrxwaz hat kirin ku zêdetir hevkariya koçberên li Herêma Kurdistan û Iraqê bikin.
Di konferansê de Hoşyar Zêbarî axaftinek kir û got: "Nêzîka 240 hezar koçberên Sûriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê hene, ji sedî 97’ê wan koçberan jî li Kurdistanê ne û tê pêşbînîkirin ev hejmara han zêdetir bibe."
Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî da zanîn ku hikûmeta Iraqê 45 milyon dolar û hikûmeta Kurdistanê jî zêdeyî 60 milyon dolar ji koçberên Sûriyê re veqetandine




