Iraqê dê 24 firrokeyê F16 bikire

Jêderekî bilind ragihand, ku li gorî girêbestekî navbera Iraqê û Amerîka li destpêka sala 2014 dê Iraq 24 frokeyn F16 û 36 frokeyên serbazî pê bigihe.
Di evê derbarê de li gorî siteya " Rueters" endamê Komîta Asayîş û Berevanîyê li Encumena Nûnerên Iraqê " Îskender Tût" ragihand, ku hêvîya welatê xwe ew çekên asmanîyên pêşkevtî tir ji welatên dewrûberê Iraqê hebe.
Herweha eve jî da xuyakirin, ku Iraq dixweze li pêşverojê de hejmareka zêdetir ji firojan bikre û em dê xuleka fêrbûna firrokan ji bo çawanetîya bi kar hênan firrokeya 16 vekin.
Ji alîyekî din ve ku hinek ji welatên dewrûberê Iraqê hene û "Mesûd Barzanî" serokê herêma kurdistanê ji evê çendê hest bi dilgiranîyê dikin.
Wek tê xuyakirin ku Barzanî bi çendan car dilgiranîya xwe li hemeber kirîna evan corên firrokeyan derbirîye û weha dibîne ku eve gefe ji alîyên Malikî bo gelê Iraqê bi giştî û herêma kurdistanê bi taybetî.




