26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan dikare sud ji tecrûbeya serkeftiya sektora tûrîzma misirî werbigire

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û Munîr Fexrî wezîrê pîşesazî û bazirganiya derve yê hikûmeta Misirê li Hewlêrê civiyan û mekanîzam zêdetir pêşxistina têkeliyên pîşesazî û bazirganî di nav bera Qahîre û Hewlêrê de minaqeşe kir.

Wezîrê pîşesazî û bazirganiya derve yê Misirê ku, bi minasibeta beşdarîkirin di fuara bavdewletîya bazurganî a Hewlêrê beşdariyê bike serdana herêma Kurdistanê kiriye û îro (03.10.2013) li bjarê Hewlêrê ji aliyê Nêçrîvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Şandeya misirî a bi seroaktiya wezîrê pîşesazî û bazirganiya derve behsa beşdarîkirina  kompanî û bankeyên misirî di pirosesa avadankirin û geşkirina aborîya Kurdistan û Îraqê de kir got ku, hikûmeta Misirê xwestek heye herêmeke bazirganî û pîşesazî a misirî li herêma Kurdistanê ava bike, daku bikaribin bi awayekî baştir û çalaktir beşdariyê di pirosesa binyatdanan û geşekirina herêma Kurdistanê de, bi taybetî di warê çandinî û tûrîzmê de bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, herêma Kurdistanê bi dilek xweş pêşwaziyê li şirket û kompaniyên misirî dike  û bi taybetî di warê tûrîzmê de Misir dikare hevkariyeke baş bi herêma Kurdistanê re bike û herêma Kurdistanê jî dikare sud ji tecrûbeya serkeftiya sektora tûrîzma misirî werbigire.

Şandeya Misirî  ku, ji wezîrê pêşesazî û bazirganiya derve, serokê yekêtiya odeya bazirganî û pîşesaziya misirî û konsulê Misirê yê herêma Kurdistanê pêk tê, beşdarî di pêşangeha nîşandana berhemên misirî li Hewlêrê ku, 47 şirket û kompaniyên misirî beşdariyê tê de dikin û dê bo sê rojan dewam bike

Nûçeyên têkildar