25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Austiraliya: Êrişên terorîstî nikarin rê li pêşiya pêşkeftina Kurdistanê bigirin

Çavkanî: KDP.info

Sefîrê Austiraliyayê yê Îraqê bi daxuyaniyekê êrîşa terorîstiya bajarê Hewlêrê bi dijwarî şermezar dike û daxwazê ji karbidestên Kurdistanê dike ku, ji bona bicezagihandina encamderên wê kriyara terorîstiya roja 29ê îlonê li Hewlêrê qewimî, ”bi cidî kar bikin”.

Lendal Saks sefîrê Ausrtiraliyayê yê li Îraqê dibêje ku, herêma Kurdistanê bi salan landika aşitî, aramî û tenahiyê bû, vê yekê jî wisa kir ku, sermayedar û kompaniyên biyanî berê xwe bidin herêma Kurdistanê û li wir di wrên cihê de sermayerazandinê bikin:

- Em daxwazê ji dostên xwe yên Kurdistana Îraqê dikin ku, bi hemû rêyên minasib ji bona bicezagehandina rncamderên wê êrîşê bixebitin. Û ev yek peyameke bihêz û eşkereye ji bo wan yên dixwazin wan êrîşan encam bidin û êrîşên bi wî awayî tu berhem nabe û rê li pêşiya pêşkeftina berdewama  Kurdistanê Îraqê yên di warê siyasî û aborî de nagire.

Lendal Saks dibêje ku, Austiraliya dê berdewam piştevaniya dostên xwe li Îraqê û bi taybetî li Kurdistana Îraqê ji bo rûbirûbûna karesatên terorsîtî bike  û hikûmeta herêma Kurdistanê dikare xebatên xwe ji bo pêşkeftina aramî, demokrasî û avedaniya li herêmê berdewam  bike.

Austiraliya dilsozî û hevxemiya xwe bo serokê Kurdistanê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û malbatên qurbaniyên êrîşa terorîstî parve dike

Nûçeyên têkildar