26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Wezîrê petrol ê Lîbîiya yê berê li Nemsa hate kuştin

Çavkanî: SAWA

Polîsên Nemsayê ragihandin, ku wan candeka wezîrê petrola Lîbîya yê berê "Şukrî Xanêm" di rûbara Danob a li Vîyana peytexta Nemsayê vedîtine.

Di evê derbarê de li gorî siteya" Radio Sawa",  bêjedarê polîsa Vîyana ragihand, ku cendeka Xanêm ku temena wî 69 salîye di evê rûbarê de demê sibê hate vadîtin û ti nîşanên lêdanê yan birînan li ser tune ye, dibe ku Xanêm hişê wî çû û ew di avê werbû.

Herweha alîyên fermîyên Nemsayê ragihandin, ku em dê vekolînan li ser vê candekê bikin da ku em sedema mirina wî destnîşan bikin.

Şukrî Xanêm ji sala 2003 heta 2006  serokê hukûmeta Lîbîya bû herweha bûye wezîrê petrolê û serokatîya dezgeha petrola niştimanîya Lîbîya ji sala 2006 heta 2011 kir.