Keçeka kurd bû endama perlemanê Nemisa

Rojnama Evro/ Encamên helbijartinên perlemanê Nemisa hatine aşikira kirin û li dûv encamên helbijartinê parta sosiyal dîmokiratîk serkevtineka mezin bi dest xist û kiçeka kurd jî ji parta kesk ya nemisayê bû endama perlemanê wî welatî.
Kemal Ehmed endamê komeleya kurd li Elmaniya ragehand ku piştî li Elmaniya keçeka kurd ji parta sosiyal dîmokirat bû endama perlemanî, li helbijartinên perlemanê nemisayê jî kiça kurd ya bi navê bêrîvan aslan bi dengê kurdan li parêzgeha Tîrol serkevtineka mezin bi destive îna û bû endama perlemanê nemisayê.
Di helbijartinên nemisayê da parta sosiyal dîmokirat 26% dengan bidestive îna û bû parta yekem û parta gel ya Nemisa jî 24% dengan bi destive îna û bû parta dûyem û parta azadiyan jî 22% dengên xelkê komkir û bû parta sêyem û parta kesikan jî xwe gehande 11% dengê xelkê û kurdek û turikek ji vê partê bûne endamên perlemanî. Dihête çaverêkirin parta sosiyal dîmokirat û parta azadiyan hikûmeta nû ava bikin û parta kesikan jî ji der ve piştevaniyê li hikûmeta parta sosiyal dîmokiratîk bike.
Piştî aşikirabûna encaman kiça kurd di kombûneka rojnamevanî da ragehand ku ew sopasiya rewenda kurd ya ji her çiwar parçeyên Kurdistanê dike û got: (ez serkevtina xwe wek serkevtina revenda kurd li nemisayê binav dikem û di her biyavî di ez dê xudan li kurdan derkevim û bibime nûnereka rast ya gelê kurd li perlemanî).
Bêrîvan aslan ya 32 salî bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ye û bi salane di nav parta kesk da siyasetê dike û piraniya sazî, komele û sendîkayên kurdan piştevanî lê kirin




