Konsulê Brîtaniyayê êrîşa terorîstiya Hewlêrê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info/ Konsulê giştiyê Brîtaniyayê yê herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê kiryara terorîstiya roja 29.09.2013ê li Hewlêrê qewmî, bi dijwarî şermezar kir û dibêje ku, tu dema teror nikare ciyê aramî û îsîtqra herêma Kurdistanê bigire,
Ev li jêr teksta daxuyaniyê:
- Hikûmeta Brîtaniyayê, wê êrîşa roja 29.09.2013ê kirye ser baregayên hikûmeta herêma Kurdistanê, bi dijwarî sermezar dike. Êrîşên ser bajarê Hewlêrê ku bajarekî aşitî û arame em gelek dilgiran kirin.
Em tekîd dikin ku, di paşeroja herêma Kurdistanê û beşên din Îraqê de tu carî cîyê teror û şidetê nabe.
Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkeşê malbatên qurbaniyên wê êrîşa tirsinok dikin û tekîdê li ser piştevaniya timam a hikûmeta Brîtaniyayê bo hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo bicizagihandina encamderên wê kiriyara terorîstî, dikin




