Rûsiya Birîtanya teqînên terorîstî yên Hewlêrê şermezar kirin

Ajans-KDP.info/ Di dirêjîya karvendanên cîhanî de li hember teqînên terorîstîyên roja yekşembîyê yên Hewlêrê, Rûsiya û Birîtanya bi tundî ew êrişên terorîstî mehkûm kirin. Rûsiya û Birîtanya herwiha amadeyîya xwe bo piştîvanî û hevkarîya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo dijayetîkirina terorîsmê ragihandin.
Rûsiya bi rêya weşnadina daxuyaniyeke nivîskî daxwaz kiriye bi tundî li dijî teror û terorîstan were rawestandin.
Duhî wezareta derve ya Rûsiyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û kiryarên terorîstî yên li Hewlêrê mehkûm kir.
Di vê daxuyaniya han de Berpirsên Rûsiyayê daxwaz kirine daku, bi tundî li dijî teror û terorîstan were rawestandin daku, nikaribin li Îraq û Sûriya û cêhên din bigehêjin armancên xwe yên qirêj.
Ji alîyekê din ve hikûmeta Birîtanya jî li ser zarê peyvdarê fermnîyê wezareta derveya Birîtanyayê kirdarên terorîstîyên Hewlêrê û herwisa zêdebûna kirdarên tundûtîjîyê li Iraqê mehkûm kir.
Peyvdarekê fermîyê wezareta derveya Birîtanya di bareya teqînên Hewlêrê û kirdarên tundûtîjî yên li nwçyên dinên Iraqê de ragihand: " hikûmeta Birîtanya bi tundî zêdebûna bazneya tundûtîjîyê li Iraqê mehkûm dike, her weke teqînên ku li sibehîya îro li Bexdadê û li Hewlêrê di 29 Eylûlê de çê bûn."
Peyvdarê wezareta derveya Birîtanya herwisa dibêje:"teqînên li Hewlêrê ku bajareke ewle ye, gelek diltezîne."
Di beşeke daxuyanîya xwe de herwisa dibêje:" hîç cihek bo tundûtîjî û terorîsmê di dahatûya Iraqê de nîne û em hevkarîya desthilatdarên Iraqê li Bexdadê û hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewlên berdewamên wan de dikin ji bo ku bikerên ewan teqînan radestî edaletê bihên kirin




