25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kurdên Bakûr li hember besteka Demokratîkbûnê dilgiranin

Çavkanî: KDP.info

Tirkîye-KDP.info/ Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Duşemê Besteka Demokratîkbûnê eşkere kir. Lê reformên ku Kurd li bende bûn ji bestekê derneketin.

Li dor vê yekê, Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Gulten Kişanak destnîşan kir ku, ev bestek nebû bersiva tû daxwazek Kurdan û ev ne têrî demokrasîyê ye jî. AK Partî Bestek li gorî hisabên xwe yên hilbijartinê amade kirîye''.

Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna ji bo çapemeniyê ragihand û got,"ger ev Bestek azadiya girtîyên siyasî û daxwazên gelê Kurd neyîne cih, em nikarin jêre bêjin ev Bestek Besteka demokratîkbûnêye. Ev besteka xwexapandinêye û ya hisabên hilbijartinê yên AK Partî ye''.

Serokê Giştî yê Partîya Demokrasîya Beştar (KADEP) Lutfî Baksî jî destnîşan kir ku, di besteka Demokratîkbûnê de jibo Kurdan tiştek tune ye û serokwezîr tu carekî jî peyva Kurdî neanî li ser zimanê xwe". Baksî got ku ''mejîyê hikûmetê Kemalîste lê kincên Îslamî li xwe girêdane".

Ji aliyekî din, gelê bajarê Amed û Colemêrgê bi serokatya Partiya Aştî û Demokarsî BDP’ê xwepêşandanek lidarxistin û nerazîbûnên xwe li hember besteka Demokratîkbûnê nîşan dan.

Nûçeyên têkildar