26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Êran û Tirkiyê teqînên Hewlêrê şermezar kirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Wezaretên derve yên Êran û Tirkiyê êriş û teqînên Hewlêrê şermezar kirin.

 Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de êriş û teqînên Hewlêrê ku bûn sedema şehîd bûna 7 kesan û birîndarbûna 61 kesên din, bi tundî şermezar kir.

 Di daxuyaniyê de bal bo ser roj û dema teqînên Hewlêrê hatiye kişandin û wiha hatiye gotin: "Teqînên Hewlêrê piştî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê qewimîne. Ev jî nîşan dide ku êrişberan xwestine ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê têk bidin û şerê biratiyê derxin lê ew tu carî nagihîjin armancên xwe."

 Wezareta derve ya Tirkiyê her wiha ragihand, Tirkiye amade ye di nehîştina terorê de hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

 

Wezareta derve ya Êranê jî teqîn û êrişên duh ên Hewlêrê şermezar kir û ragihand, terorîst dixwazin bi van êriş û teqînan aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê xirab bikin.

Nûçeyên têkildar