26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî serdana birîndarên teqînên Hewlêrê kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî duşema 30/9/2013 şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê serdana birîndarên kiriyarên terorîstî yên Hewlêrê kir.

 Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî serdana birîndarên kiriyarên terorîstî yên Hewlêrê li Nexweşxaneya hawar hatinê a Rojavayê Hewlêrê kir.

 Di vê serdana han de birêz Mesrûr Barzanî tevahiya birîndaran ziyaret kir û ji rewşa wan pirsî û hêviya başbûna bilez ji wan re xwest û tevahiya piştgîriya xwe ji bo derman kirina wan diyar kir.

 Her di vê serdana han de Mesrûr Barzanî di dema giftûgoyên xwe bi birîndaran re rola wan û hevalên wan yên Şehîd bo pûç kirina plana terorîstî bi roleke girîng wesif kir.

Nûçeyên têkildar