26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Bi ti awayî ew kiriyara qirêj nikare bibe asteng li berdem berdewam bûna me

Çavkanî: KDP.info

Şewirmendê civata ewlekarîya netewîya Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bo mehkûmkirina teqînên terorîstîyên li Hewlêrê peyamek weşand. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de radigihîne ku, ew hewla terorîstan piştî şikesta hewlên wan di wan 6 salên dawî de ye û terorîstan nekarî bigihîjin armancên xwe. Herwisa tekez jî dike ku ew êriş bû sedem ku ew bi coşeke mezintir li dijî terorîstan têkoşînê bikin.
  ev jî teksta peyama rêzdar Mesrûr Barzanî şewirmendê encûmena asayişa neteweyîya Herêma Kurdistanê ye:

 "Bi xem û kovaneke mezin ve serxweşiyên xwe pêşkêşî kesûkarên Şehîdên qehreman yên kiryara terorîstiya dohê dikim ku, ji bo parastina canê welatiyan canê xwe feda kirin, daxwaz ji xwedê mezin dikin daku, wan bi ceneta xwe şa bike û herwiha hêviya başbûnê ji bi birîndaran jî dixwazim.

 

Piştî 6 sal hewldanên bê encamên terorîstan bo alozkirina rewşa Kurdistanê, dohî derfet dîtin daku, destên xwe yên terorîstî bigehênin Hewlêrê û asayîşa Hewlêrê bikin amanc. Her çend nikarîn bigehêjin armancên xwe, lê mixabin me çend lawên xwe yên hêja wunda kirin û ew yek dibe sedema evê yekê daku, bi coşeke mezin li hember terorîstan berxwe bidin.

 

Her çend guhertin di buwarê îdarekirina asayîşê de hatiye kirin, lê belê xelkê hêja yê Kurdistanê dilniya dikin ku, weke civata ewlekariya netewî hîn zêdetir piştgîrî û hevkariya asayîşa giştî û dezgehên din yên ewlekarî dikin û bi ti awayî ew kiriyara qirêj nikare bibe asteng li berdem berdewam bûna me a ji bo parastina asayîş û aramiya Kurdistan û selametiya welatiyên Kurdistanê.

 

Pêwîste em ji bîr nekin ku, em di nava devereke têjî ji tîror û rewşeke gelek aloz de dijîn, her çend rojane bi dehan kiryarên terorîstî li derdorê me diqewmin lê belê jiber hewl û keda xwişk û birayên me û tevahiya dezgehên ewlekarî Kurdistan ji her devereke din aramtire û rewşa Kurdistanê bi ti awayî ligel rewşa deverên dinên Îraqê nahê berawerdkirin.

 

Hêvî dikim xelkê çavnetirs û hişyar yê Kurdistanê ji bilî agehdarbûn ji metirsiya teror, piştgîrî kirina xwe bo dezgehên ewlekarî yên Kurdistanê bidomînin daku, bikarîn tevahiya planên terorîstan pûç bikin û aramiya zêdetir bo welatiyên xwe dabîn bikin."

Nûçeyên têkildar