Sefîrê Taylendê xwesteke welatê xwe ji bona xurtkirina têkeliyan bi Kurdistanê re nîşan da

Hewlêr-KDP.info/ Alîkara berpirsê têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê Suham Cebelî, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Berya Kemyon sefîrê Taylendê bo karûbarên Îraqê ku, li Urdinê karûbarên xwe birêve dibe û ev yekem care serdana herêma Kurdistanê dike, kir.
Di civînekê de şandeya Taylendê, ji bona wan kiriyarê terorîstiyên li baharê Hewlêrê qewimîn û hijmareke hevwelatiyan şehîd û birîndar bûn, hevxemî û sersaxiyên xwe li tevaya xelkê Kurdistanê û hêvî kir ku, karesatên bi wî awayî careke din çê nebin.
Sefîrê Taylendê got ku, ew di wê baweriyê deye hikûmeta herêma Kurdistanê û saziyên wê yên emnî dê karibin herêma Kurdistanê ji terorrîstan biparêzin û wî pêşkeftinê herêma Kurdistanê bilind nirxandin û xwesteke welatê xwe jî ji bona xurtkirina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re di warê aborî, bazirganî û sermayerazxandinê de, nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve got ku, herêma Kurdistanê siyaseta bazara azad peyrew dike û amadekariya hikûmeta Kurdistanê bo pêşxistina têkeliyan bi Taylendê re nîşan de




