Serokê Herêma Kurdistanê serdana birîndarên teqînên bajarê Hewlêrê kir

Duhî dûşema 30.09.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta serdankirina qurbaniyan û agahdarbûna li rewşa tendirustiya birîndarên rûdawa terorîstiya doh li bajarê Hewlêrê, serdana beşa Firyakewtina (Hatina Hawarê) Rojava û nexweşxaneya Emergency ya li bajarê Hewlêra paytext kir.
Li vê serdanê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê li nêzîk ve li gel birîndarên teqînên li ber asayîşa bajarê Hewlêrê axivî û rewşa tendirustiya wan pirsî û hêviya başbûneke bi lez ji bo wan xwest. Ev serdana Serok Barzanî bû cihê xweşhaliya birîndar û kesukarên wan




