Sûriya: li encama du teqînan 20 kes bi kêmî hatin kuştin

Îro Televesiyona fermîya Sûriya ragihand, ku êrişeka "RBG" avahîya Banka Navendî ya li meydana "Seb' Beharat" kire armanc, di heman demê de komîta giştîya Şoreşa Sûrîya ragihand ku di encama du teqînan de 20 kes li bajêrê Edlibê hatin kuştin.
Herweha komîta hemahengîya Şoreşa Sûrîya ragihand ku duhî 29 kes li hemû bajêrê Sûrîya hatin kujtin.
Ji alîyekê din ve duhî general Mudd ewê hatîye destnişankirin ji bo serpereştîkirinaa agirbestê giha Sûrîya.
Li gorî siteya "Radio Sawa", bêjedarê komîteyên şoreşa Sûrîya "Refîf Cuwîcatî" ragihand, ku rejîma Sûrîya evan corên teqînan çêdike ji bo xapandina çavdêrên navdewletî wek ewê ku li serê çavdêrên Erebî kirîye.
Wek dihê xuyakirn, ku ev teqînên han li gel dema gihandina çavdêrên navdewletî dihêne encam dan ku dive bû agirbet hatiba encamdan ji 12 meha çûnî ve, lê rojane bi sedan kes dihêne kujtin.
