26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kurdistanî: Kurdistanî û Sedr û Iraqîye li Hewlêrê dê kom bibin

Çavkanî: PNA


Endamê lîsta evpeymanîya Kurdistanî D. Rizgar ragihand, ku hefteya bihê hersê alî yên Kurdistanî û Sedr û Iraqîye vekomdibin, da ku helwêstên xwe li ser mijara vepirsîna Malikî yek bixin.

 

Evî endamî ragihand, ku hevdîtina hersê alî bo gengeşekirina mijara vepirsîna Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê û helwêstên xwe di evê mijarê de yek bixin.


Weha jî da nîşandan, ku pirosesa vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî berdewame, ew propagandeyên ji alîyê Dewleta Yasa tên ragihandin, ku mijara vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî bi dawî hatiye û helwêsta Sedr hatîye guhartin ti carî ne rastin, ku bi berevajî evan Propagandan komîteka vepirsînê pêkhatîye û dê karên xwe di evan demên nêz de bi dawî bihêne û hemû alî jî li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî rijdin.


Herweha D. Rizgar got, de hefteya bihê li bajêrê Hewlêrê kombûneka serkirdeyên hersê alî bihê sazkirin bo yekxistina nerînên xwe di derbarê vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî.

Nûçeyên têkildar