Hîllary Klînton: dê Çîn û Rûsîya baca piştevanîya xwe ji bo Beşar El-Esed bidin

Duhî roja Înê li Parîsê paytexta Feranse nûnerên 100 welatî di kongira dostên Sûrîya pişkdar bûn, tê de wezîra derva ya Amerîka Hîllary Klînton got, " dê Çîn û Rûsîya baca piştivanîya xwe ji bo Beşar El-Esed bidin".
Di evê derbarê de li gorî BBC Hîllary Klînton tekez kir, ku pêdivîye em pena bibin ber Encumena Asayîşa Navdewletî bo bi cihanîna pilana Cinêvê, ewê ku Çînê û Rûsîyê li ser pesend kirine.
Herweha William Hague wezîrê dervyê Brîtanîya got, " em dê daxwaza Encumena Asayîşa Navdewletî dikin, ku bryarekî di bin benda heftem derîxîne".
Di dawîya evê kongirê de, alîyên beşdar bûne daxwaz ji Encumena Asayîşa Navdewletî kirin, ku biryarekê bi laz di bin benda heftem derbixe ku tê de tekezî li ser çûna Beşar El-Esed bihê kirin.




