Di Sala 2015an De Kurdistan Elektirîka Xwe Difiroşe

Wezîrê Elektirîkê yê Hikûmeta Kurdistanê Yasîn Ebûbekir ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl bo çareser kirina kêşeya elektirîkê li seraserê Kurdistanê de dide û bo vê mebestê jî bûdceyeke taybetî hatiye destnîşankirin.
Çavkanî eşkere kir ku, niha li Kurdistanê de nêzî 2 hezar mêgawat elektirîk tê hêlbirîn û rojane 22 saetan jî li seraserê Kurdistanê de elektirîk heye.
Wezîrê Elektirîk yê Hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye ku, Hikûmeta Kurdistanê projeyeke gelek girîng amade kiriye û li gorî vê projeya han vê di sala 2015an de Himûmeta Kurdistanê vê 6 hezar mêgawat elektirîk berhem bîne û ji vê berhema han jî vê beşeke girîng bifiroşe hin welatên derdor.




