BDP êrişa terorîstî ya li Hewlêrê bi zimanekî tûnd şermezar kir
Enqere-KDP.info/ Navenda Giştî ya Partîya Aştî û Demokarasî BDP’ê êrişa terorîstî ya li Hewlêrê bi zimanekî tûnd şermezar kir û di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got; "Em êrîşa ku duh li Hewlêrê ya li paytexta Herêma Kurdistanê rû da şermezar dikin".
Navenda Giştî ya Partîya Aştî û Demokarasî BDP’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha hat got, "Em hêvî dikin ku di demeke herî nêzîkde, yên ku ev êrîşe pêk anîne werin eşkere kirin û radestî dada Kurdistanê bên kirin. Bila rehma Xwedê li 6 welatiyên Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane be û serê malbatan wan sax be. Ji birîndaran re jî em şîfayê dixwazin."




